Peyama Newrozê ya Mesrûr Barzanî: Em seferber in

20 adar 2026 19:01

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî 2726an (2026) peyamek weşand û Newroza gelê Kurdistanê pîroz kir.

Peyama Newrozê ya Mesrûr Barzanî: Em seferber in
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de, hatina cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî li hemû Kurdistanîyan pîroz kir. Barzanî got: ''Bi taybetî silavên germ ji bo Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxwe, malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan dişînim.''

"Em ê Kurdistanê Ji Hemû Mehtirsiyan Dûr Bixin"

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de piştrastiya parastinê da gelê Kurdistanê û weha got: "Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em ê hemû şiyan û tiwaniya xwe seferber dikin bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ji hemû metirsiyan." Her wiha spasiya hêzên ewlehiyê, hevpeymanan û saziyên xizmetguzariyê yên hikûmetê kir bo ked û xebata wan.

Hêviya Geşepêdan û Avadaniyê

Serokwezîr bal kişand ser rewşa dijwar a niha û hêviyên xwe yên bo paşerojê wiha anî ziman: "Hêvîdar im ev rewşa dijwar di demeke nêz de bi dawî bibe û Herêma Kurdistanê wek her car di pêşkeftin, geşepêdan û avadaniyê de berdewam be. Cejna Newrozê li we hemûyan pîroz be."