Yaşar Guler peyama piştgiriyê da Serokwezîr Mesrûr Barzanî

19 tebax 2026 08:50

Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê, Yaşar Guler, di peyameke ku ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand de, êrîşa dronan a li ser ofîsa wî ya taybet a li Hewlêrê şermezar kir û tekez kir ku Tirkiye li gel dostên xwe ye.

Yaşar Guler peyama piştgiriyê da Serokwezîr Mesrûr Barzanî

RûpelNews - Di peyama xwe ya ji bo Serokwezîr Barzanî de, Guler diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin agahdar bûye ku ofîsa taybet a Serokwezîr bûye armanca du firokeyên bêmirov.
Guler êrîş şermezar kir û diyar kir ku êrîş li dijî aştî, aramî û ewlehiya herêmê ye û wekî " neyê qebûkirin” bi nav kir.

"Ez hevgirtina me radigihînim"

Di peyama xwe de, Guler got: "Ez vê êrîşa ku nayê qebûlkirin ya ku aştî û ewlehiya herêma me dike armanc, bi tundî şermezar dikim. Li ser navê xwe û Wezareta Parastina Neteweyî, ez ji bo başbûneke bilez hêviyên xwe yên herî baş pêşkêş dikim û hevgirtina xwe radigihînim."

Guler, ku hêviya xwe anî ziman ku aştî û ewlehî li herêmê serwer be, daxwaza xwe anî ziman ku gelên cîran di aştî û aramiyê de bijîn.

"Tirkiye li gel hevalbendên xwe ye"

Guler destnîşan kir ku Tirkiye di parastina aramiya li herêmê de li ser helwesta xwe berdewam e û lê zêde kir, "Ez dixwazim tekez bikim ku Tirkiye her tim li gel hevalên xwe ye li dijî wan hêzên ku hewl didin herêma me bixin nav kaos û bêîstiqrariyê."

Di dawiya peyama xwe de, Guler ji bo tenduristî, serkeftin û xweşiya Serokwezîr Barzanî hêviyên xwe anî ziman û piştî êrîşê sersaxiya xwe pêşkêş kir.