Şanda HSDê li Şamê: Pêvajoya entegrasyonê hate gotûbêjkirin
Şandeyek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serdana Şamê kir ji bo gotûbêjkirina pêvajoya entegrasyonê.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyê, di hevdîtinê de mijarên girîng ên wekî bicihkirina leşkerî û gavên îdarî hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtina bi Sererkanê Sûriyê Lîwa Elî El-Nasan re, pêvajoya entegrasyona HSDê li nav beşên cuda yên girêdayî artêşa ereb a Sûriyê hat nîqaşkirin.
Hikûmeta Sûriyê di 29ê Çileyê de ragihand ku ew bi HSDê re gihîştiye agirbestê û li hev kiriye ku di çarçoveya peymaneke berfireh de bikeve nav pêvajoyeke yekbûna leşkerî û îdarî ya di navbera her du aliyan de.
Peyman her wiha ketina hêzên ewlehiyê yên Sûriyê bo nav navendên bajarên Heseke û Qamişloyê û wergirtina hemû saziyên sivîl û îdarî û derbasgehên sînorî ji aliyê dewletê ve jî di nav xwe de digirt.
