Tirkiye: Radestkirina çekên HSD beşeke ji pêvajoya entegrasyonê ye

10 îlon 2026 17:26

Tirkiyê ragihand ku ew nexşerêya tevlîbûnê li Sûriyê ji nêzîk ve dişopînê û da zanîn ku radestkirina çekên HSDê daxwazeke xwezayî ye û bebek ji pêvajoya entegrasyonê ye.

Tirkiye: Radestkirina çekên HSD beşeke ji pêvajoya entegrasyonê ye

RûpelNews - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê rûdanên li Sûriyeyê de bi taybet pêvajoya entegrasyonê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew di çarçoveya yekîtiya wê û bicîkirina têgeha yek dewlet û yek artêş de nexşerêya tevlîbûnê li Sûriyê ji nêz ve dişopînin.

Wezareta Tirkiyeyê destnîşan kir ku radestkirina çekên HSDê bo artêşa Sûriyê daxwazeke xwezayî ye ji bo temamkirina proseya tevlîbûnê.

25ê Tebaxa borî Mazlûm Ebdî, ji koşka gel li Şamê da zanîn ku piştî temambûna tevlîbûnê ew bi fermî hilweşandina HSD û ”Rêveberiya Xweser” radigihînin.

Piştî hilweşandinê bi çend rojan jî hin çekên giran ên HSDê li devera Cizîrê bo hikûmetê hatin radestkirin.