Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera derbarê HSDê de axivî: Pêvajoya entegrasyonê didome
Serokmarê Demkî yê Komara Erebî ya Sûriyê Ehmed Şera, di daxuyaniyekê de derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de got, “Entegrasyona HSDê berdewam e; Sûriye qeyranê vediguherîne derfetê."
RûpelNews - Serokmarê Demkî yê Komara Erebî ya Sûriyê Ehmed Şera, di Foruma Dîplomasiyê ya ku li Antalyayê hat lidarxistin de axivî û nirxandinên xwe yên li ser pêvajoya yekbûnê li Sûriyê û têkiliyên bi Tirkiyeyê re nirxandin kirin. Şera, tekez kir ku Sûriye niha welatek e ku "ji qeyranê derbasî serdemeke derfetê bûye".
“Entegrasyona HSDê berdewam dike”
Di axaftina xwe ya li ser pêvajoya yekbûna neteweyî ya li Sûriyê de, Şera destnîşan kir ku di sala xwe ya yekem a desthilatdariyê de pêşketineke berbiçav çêbûye.
Şera diyar kir ku komên berê perçe bûbûn yek bûne û hêzên HSDê jî di pêvajoya yekbûnê de hatine tevlîkirin. Şera, ku tekez dikir ku pêvajo wekî ku hatibû plankirin didome, destnîşan kir ku hêmanên leşkerî yên biyanî yên dawî jî ji Rojava derketine.
Şera got, "Hewldanên entegrasyonê di navbera dewleta Sûriyê û HSDê de berdewam in. Serkeftina ku di vî warî de tê bidestxistin, ji bo aramiya welêt xwedî girîngiyeke mezin e."
Têkiliyên Sûrî û Tirkiyeyê
Şera, derbarê têkiliyên bi Tirkiyeyê re tekezî li ser girêdanên xurt ên dîrokî û erdnîgarî yên di navbera her du welatan de kir.
Şera, ku anî ziman ku Sûriye di dema rejîma berê de ji civaka navneteweyî hatibû îzolekirin, got ku di serdema nû de têkilî, bi taybetî bi Tirkiyeyê re, ji nû ve hatine avakirin. Şera destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi salan piştgirî daye pêvajoya guherînê li Sûriyeyê û diyar kir ku vê yekê di navbera her du welatan de derfetên nû afirandine.
Li gorî Şera, hevkariya Sûriye-Tirkiyeyê ne tenê ji bo her du welatan, lê herwiha ji bo ewlehiya herêmî û cîhanî jî bingeheke stratejîk pêk tîne.
