Serok Barzanî sersaxî li Serokomarê Sûriyê Şera da

26 tîrmeh 2026 14:22

Serok Mesûd Barzanî ji bo wan kesên ku di qezaya diltezîn a li Sûriyê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxiya xwe ji Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera re ragihand.

Serok Barzanî sersaxî li Serokomarê Sûriyê Şera da

RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke ku ji Baregeha Barzanî hat weşandin, Serok Mesûd Barzanî ji ber qezaya diltezîn a li welêt, ku bû sedema mirina gelek welatiyan û birîndarbûna gelekên din, sersaxiya li Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera da.

Çi bûbû?

Duh, li ser otobana Deyezor û Şamê , du otobûsên rêwiyan li hev ketin. Di encamê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Di qezayê de agir bi herdu otobûsan ket û li cihê bûyerê kaosek mezin hebû.

Tê ragihandin ku rewşa hin ji birîndaran krîtîk e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.