Hakan Fîdan sersaxî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî da

24 adar 2026 21:01

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan sersaxiyên xwe ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ragihand.

Hakan Fîdan sersaxî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî da

RûpelNews - Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hakan Fîdan îro bi telefonê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re axivî û ji bo şeş Pêşmergeyên ku di êrîşa Îranê de şehîd bibûn, li ser navê welatê xwe sersaxî xwest.

Fîdan xemgîniya Tirkiyeyê derbarê bûyerê de anî ziman û ji birîndaran re şîfa xwest.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiyên xwe pêşkêşî Hakan Fîdan kir.

Di êrîşa ku Îranê vê sibehê bi mûşeka balîstîkî pêk anî de, şeş Pêşmerge şehîd bûn û 20 Pêşmerge jî birîndar bûn.