Rubio, sersaxî ji Serokwezîr Mesrûr Barzani re xwest
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro êvarê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani re telefon kir û sersaxiyê xwest.
RûpelNews - Hesabê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê X parve kir ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Serokwezîr Mesrûr Barzani re telefon kiriye.
Hat hînbûn ku Rubio sersaxiyên xwe ji bo şehîdên Pêşmerge gihandiye û careke din piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge teqez kiriye.
Serokwezîr spasiya xwe ji bo telefon û sersaxiyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê anî ziman.
Her wiha di civînê de têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, û her wiha pirsgirêkên aborî jî hatin nîqaşkirin.
Daxuyaniya berokwezîr
Serokwezîr Mesrûr Barzani di daxuyaniyekê de ji hesabê X ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi wî re telefon kiriye da ku sersaxiyê ji bo 6 şehîdên Pêşmerge xwestiye.
Her wiha serokwezîr diyar kir ku di hevdîtinê de Rubio têkiliya xurt a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ji nû ve piştrast kiriye. Di hevdîtinê de her wiha têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, û her wiha pirsgirêkên aborî jî hatin nîqaşkirin.
