Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bi telefonê axivîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan peywendiyeke telefonê encam dan.
RûpelNews - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêwendiya telefonî ya di navbera Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê nirxand.
Her du aliyan her wiha li ser pêşketinên dawî yên şer û aloziyên li herêmê guftûgo kir.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herdu alî li ser girîngiya parastina aştî, aramiya herêmê hevfikir bûn.
