Enqere: Îdiayên derbarê Şera û Brîtaniya de bêbingeh in

06 adar 2026 17:13

Enqere, ew îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê ji îstixbarata brîtanî daxwaza piştgiriyê kiriye ji bo parastina Serokomarê demkî yê Sûriyê Ahmed Şera red kir.

Enqere: Îdiayên derbarê Şera û Brîtaniya de bêbingeh in

RûpelNews - Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Tirkiyeyê (DMM) îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê ji îstixbarata Brîtanî daxwaza piştgiriyê kiriye ji bo parastina Serokomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera, red kir.

DMMê îro derbarê raporeke ku ji aliyê Reutersê ve hatiye weşandin de daxuyaniyek da.

Ajansa Reutersê ragihandibû ku Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ji bo parastina Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera, ji Dezgeha Îstixbarata Derve ya Brîtanî (MI6) bêtir piştgirî xwestiye.

Di daxuyaniya DMMê de hat gotin: "Rapora ku îro ji aliyê ajanseke nûçeyan a biyanî ve hatiye weşandin, ya bi sernavê 'Tirkiye ji MI6a brîtanî dixwaze parastina Serokê Sûriyeyê Şera zêde bike', rastiyê nîşan nade."

Daxuyaniyê wiha berdewam kir:

"Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) di warê têkoşîna li dijî terorê de, hem bi civaka îstixbaratê ya navneteweyî re û hem jî bi yekîneyên ewlehiyê yên cîrana me Sûriyê re, di nav hevkariyeke bibandor de ye. Operasyonên serkeftî yên ku di demên dawî de bi hevkariya desthilatdarên Sûriyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê hatine kirin, mînakên herî dawî yên vê hevkariyê ne.

Îdiaya di rapora navborî de ku MÎT ji MI6ê xwestiye Serokê Sûriyê biparêze an jî jê xwestiye ku rola wisa bigire ser xwe, ne rast e."

Reuters: Tirkiyeyê ji îstixbarata Brîtanî ji bo Şarê piştgirî xwest

Çavkaniyên ku ji ajansê re axivîn, destnîşankirin ku planên kuştinê yên DAIŞê bi taybetî di vê daxwazê de bibandor bûn.

Di raporê de hat gotin ku çavkaniyeke tirkî piştrast kiriye ku MÎT ku piştgiriya avakirina hikûmeta nû dike, piştî hewldana kuştinê ya ku meha borî derket holê, ji MI6ê bêtir piştgirî xwestiye.

Berpirsekî payebilind ê ewlehiya Sûriyê diyar kir ku ev daxwaz piştî "plana kuştinê ya bi rîska bilind" hatiye kirin û destnîşan kir ku di navbera MIT, MI6 û dezgehên ewlehiyê yên Sûriyê de parvekirina îstixbaratî ya berdewam heye.