Serok Barzanî bi Ehmed Şera re lihevkirina HSD û Şamê axivî

01 sibat 2026 08:25

Serok Mesûd Barzanî û Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera pêwendiyeke telefonî pêk anîn û peymana HSD û Şamê gotûbêj kirin.

Serok Barzanî bi Ehmed Şera re lihevkirina HSD û Şamê axivî
Nivîskar: Salih Turan

Li gorî ragihandina Serokatiya Komara Sûriyeyê, Serok Barzanî û Ehmed Şera, behsa geşedanên dawî û peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kirin.

Hate diyarkirin, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo wê peymana giştgîr nîşan daye ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye îmzekirin. Herwiha Serok Barzanî tekez kiriye ku bicihkirina vê peymanê ji bo misogerkirina yekparçeyî û aramiya Sûriyeyê pêwîstiyek e.

Ehmed Şera tekezî jî li ser xwesteka dewleta Sûriyeyê ya ji bo parastina mafên neteweyî, siyasî û medenî yên kurdên Sûriyeyê kiriye, herwiha destnîşan kiriye ku hemû welatiyên Sûriyeyê li beramberî yasayê wekhev in û xwedî mafên hevbeş in.

Her du alî li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş ji bo bicihkirina xalên peymanê hevnêrîn bûn, bi mebesta pêkanîna aramiyê ji bo Sûriyeyê û tevahiya navçeyê.