Îranê serokê xwe yê nû hilbijart: Mesûd Pezeskyan kî ye?
PeyamaKurd – Alîkarê reformxwaz ê Tebrîzê û Wezîrê berê yê Tenduristiyê yê Îranê û Rojhilatê (Rojhilatê Kurdistanê) Mesûd Pezeşkiyan di gera duyemîn a hilbijartinên dewra 14an a serokomariyê de bi wergirtina ji sedî 53.7ê dengan bû 9emîn Serokomarê welêt.
Berdevkê Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê Muhsîn Îslamî di civîna çapemeniyê ya ku li navenda hilbijartinê ya li avahiya wezaretê hat lidarxistin de ragihand ku proseya hejmartina dengên tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ku doh hat lidarxistin bi dawî bû.
Îslamî diyar kir ku di sindoqên ku li tevahiya welêt li nêzî 59 hezar navendan hatin avakirin bi tevahî 30 milyon û 530 hezar û 157 deng hatin avêtin û wiha got: Pezeşkiyan 16 milyon û 384 hezar û 403 deng stendiye. Li gorî vê yekê rêjeya dengên Pezeşkiyan bû ji sedî 53,7.
Îslamî diyar kir ku Seîdê Celîlî yê kevneperest 13 milyon û 538 hezar û 179 deng stendiye. Rêjeya dengê Celîlî ji sedî 44,4 ma.
Rêjeya beşdarbûna tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ji sedî 49,8 bû.
Mesûd Pezeşkyan kî ye?
Siyasetmedarê reformxwaz Pezeşkiyan di 29ê Îlona 1954an de li Mehabadê ji dayik bûye.
Pezeşkiyan ku paşnavê wî bi farisî tê wateya "Doktor", Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Tebrîzê qedandiye. Di şerê Îran û Iraqê de di navbera salên 1980-1988’an de hem şerker û hem jî doktor kiriye.
Pezeşkiyan ku di sala 1985an de dewreya pizîşkiya giştî qedand, piştî şer li Zanîngeha Tenduristiyê ya Tebrîzê bi pisporiya cerahîya giştî perwerdeya xwe domand.
Pezeşkiyan ku di sala 1993an de pisporiya emeliyata dil ji Zanîngeha Tenduristiyê ya Tebrîzê wergirtiye, di navbera salên 1994-1999'an de Rektoriya Zanîngeha Tenduristiyê ya Tebrîzê kiriye.
Di qezaya trafîkê de hevjîn û kurê xwe wenda kir
Pezeşkiyan di sala 1994an de hevjîna xwe Fatma Mecîdî û yek ji kurên xwe di qezayeke trafîkê de ji dest da, du kur û keçeke xwe bi tena serê xwe mezin kir û careke din nezewicî.
Ev çîroka wendabûn û qurbanîdana Pezeşkiyan bû sedema hevxemiya wî û rêzgirtin ji aliyê gelek civaka Îranê ve, ku wî wek kesayetiyek dilovan û berxwedêr didît.
Jiyana siyasî ya Pezeşkyan bi tayînkirina wî wek Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê di sala 1997an de, di serdema serokomarê berê Mihemed Xatemî de dest pê kir. Paşê di sala 2001ê de di serdema Xatemî de wek Wezîrê Tenduristiyê hat tayînkirin û heta sala 2005an li ser vê wezîfeyê ma.
Pezeşkiyan ku di hilbijartinên giştî yên sala 2008an de weke parlamentera Tebrîzê karibû bikeve meclisê, ji wê demê heta niha 5 dewran wekî nûnertiya Tebrîzê kiriye.
Pezeşkiyan xwe ji rexneyên tund ên helwesta hikûmetê ya li hemberî muxalefetê dûr nexist. Pezeşkiyan ku li Meclîsê axaftinek kir û destwerdanên hêzên ewlehiyê yên piştî hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2009an rexne kir, bi parlamenterên muhafazakar re alozî derket.
Pezeşkiyan ku ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê ya sala 2013'an serî li namzetiyê dabû, lê piştre namzetiya xwe paşve kişandibû, di sala 2016'an de 4 salan weke Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê kar kiribû. Di vê heyamê de peymana nukleerî û têkiliyên baş ên bi Rojava re parast.
Serlêdana namzediya Pezeşkiyan a ji bo hilbijartinên 2021an ji aliyê Lijneya Parêzvanên Destûra Bingehîn ve hat redkirin. Di Hilbijartinên Meclisê yên ku di 1ê Adarê de hatibûn kirin de dîsa wek parlementerê Tebrîzê ket parlementoyê.
Daxuyaniyên Jîna Emînî yên piştî mirina wê
Pezeşkian di bernameya ku beşdarî televîzyona dewletê bû, piştî ku jina ciwan a Kurd a bi navê Jîna Emînî di Îlona 2022’an de li Îranê di bin çavan de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku destwerdanên ji ber qanûna ferzkirina serjêkirinê ji bo jinan, rewş xirabtir kiriye û divê dawî li vê bê anîn.
Pezeşkiyan got, "Em dixwazin zarokên me paqij bin, lê eger ev tevger wan ji olê dûr bixe, divê em vê rêbazê nedomînin."
Soza çareserkirina pirsgirêkên aborî û edaletê da
Pezeşkiyan ku piştgiriya eşkere ya Serokomarên berê Mihemed Xatemî û Hesen Rûhanî û Wezîrê Karên Derve yê berê Muhammed Cewad Zerîf wergirt, di kampanyayên xwe yên hilbijartinê de bal kişand ser pirsgirêka "cudakariya etnîkî û mezhebî" û çewsandina mecbûrî ya li welêt. Soza çareserkirina pirsgirêkên aborî û edaletê da.
Pezeşkiyan, anî ziman ku ew ê bi giranî qedexeyên înternetê rakin, diyar kir ku divê di polîtîkaya hundir û derve de reformên girîng û têkiliyên bi Rojava re baştir bên avakirin.
Pezeşkiyan piştî sala 2005an bû yekem kesatiya reformxwaz ku li Îranê wek serokomar hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin