Reuters: Bi hilbijartina serokê nû yê Îmaratê re eniya dijî Îranê bihêztir dibe

15 gulan 2022 19:36
Reuters: Bi hilbijartina serokê nû yê Îmaratê re eniya dijî Îranê bihêztir dibe

PeyamaKurd – Piştî wefata Serokê Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayîd Al Nehiyan, doh 14ê Gulanê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan bi fermî wek serokê Îmaratê hat hilbijartin.

Ajansa Reutersê li ser hatina ser kar a Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan raporek belav kiriye û tê de dibêje, eniya dijî Îranê bi hevkariya Îsraîlê û Îmartê wê bihêztir bibe.

Li gorî nûçeya Reutersê, bi hilbijartina serokê nû yê dewleta Îmaratê re, wê eniyeke nû û bihêz li Rojhilata Navîn bi hevkariya Îsralê li dijî Îranê û Îslama Siyasî ya tundrew bê avakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêwendiya Şêx Mihemed Bin Zayîd a bi Îsraîlê re xurt e û hewldana wî ji bo baştirkirina pêwendiya Îmarat û Îsraîlê berdewam dike.

Li gorî gelek pisporên siyasî û çavdêran bi hilbijartina Şêx Mihemed Bin Zayîd eniya dijî Îranê bihêztir dibe.