Serokê Îmaratê Al Nahyan li Kuweytê ye
PeyamaKurd – Serokê Îmarat Muhammed Bin Zayed Al Nahyan li Kuweytê bi Mîrê Kuweytê Şêx Meşal el-Ehmed el-Cabir el-Sabah re ku di çarçoveya serdana xwe ya fermî de çûbû Kuweytê re hevdîtin kir.
Li gor nûçeya ku di ajansa fermî ya Îmaratê WAMê da hat weşandin Serokê Îmaratê Al Nahyan li Kuweytê bi Emîre Sabahê ku di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî de çûbû Qesra Beyan a paytextê civiya.
Di hevdîtinê de ku li ser rêyên bihêzkirina hevkarî û xebata hevbeş di warên cuda de ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevbeş û pêwendiyên biratî hatin gotûbêjkirin, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Îmarat û Kuweyt amade ne ku li ser pêşxistina pêwendiyên dîrokî yên kûr berdewam bin ku her du welatan û gelên wan digihîne hev.
Bi ser de jî rewşa Rojhilata Navîn, bi taybetî Şerîda Xezze û Lubnanê, geşedanên di qada herêmî û navneteweyî de hatin nîqaşkirin.
Al Nahyan û Sabah tekezî li ser giringiya xurtkirina bizavên navdewletî ji bo misogerkirina agirbestekê li Şerîda Xezzeyê kirin ku ya herî pêşîn ji bo peydakirina parastina tam ji sivîlan re li gorî yasayên mirovî yên navdewletî û giringiya komkirina hewildanên hevbeş ji bo bersivdana rewşên mirovî yên ku ji aliyê gel.”
Herdu lîderan banga "tevgereke navneteweyî ya lezgîn ji bo misogerkirina agirbestê û parastina sivîlan li Libnanê kirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin