Serokê Îmaratan Al Nahyan, dibe mêvanê Koska Sipî
19 îlon 2024 02:46
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden, wê serokê dewleta Îmaratan Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan li Koşka Sipî bike mêvanê xwe. Di mêvandariyê de mijara bingehîn mijara Xezzayê ye. Her dû lîder her weha wê li ser mijarên wekî Sûdan, têkiliyên duqolî û mijarên herêmî biaxifin.
Ragihandin ji aliyê şêwirmendê Koşka Sipî John Kirby de hat kirin. Kirby ragihand ku dê serokê DYAyê Biden, serokê dewleta Îmratan Al Nahyan, li Koşka Sipî, di 23ê Êlûnê de bike mêvanê xwe û dê li ser mijarên li jorê behsa wan hat kirin, biaxifin.
Kirby, her weha ragihand ku Al Nahyan, dê bi cîgira serokê DYAyê, bi Kamala Harris re jî hevdîtinekî bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokê Îmaratan Al Nahyan û Jake Sullivan hevdîtin kirin
09 tbx 2023
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî bi serokê dewleta Îmaratan Nahyan re hevdîtin kir
09 adr 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin