Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo taziya Al Nahyan çû Îmaratan
30 tîrmeh 2023 01:45
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber wefata birayê serokê dewleta Îmaratan yê nûnerê serokê dewletê Şêx Said bin Zayid Al Nahyan, ji bo tevlî taziya malbatê bibe çû Abû Dabiyê. Ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê di mijarê de wehaye:
“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û xelkê Kurdistanê taziyên û xelkê xwe ji bo serokê Îmratan ragihand.”
Al Nahyan ji ber tevlîbûna taziya malbatê ya rû bi rû sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir. Şêx Said bin Zayid Al Nahyan, kurê 6em yê Şêx Zayid Bin Sultan Nahyan bû. Ji ber wefata wî dewletê 3 roj şînê ragihandibû û ala Îmaratan daxistibûn nîvî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Donald Trump pîroz kir
20 rbn 2025
Jiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî merasima Erdogan bû
04 hzr 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin