Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyanê ye

15 nîsan 2026 09:31

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,  Cejna Serê Salê ya kurdên êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê welatê pêkvejiyanê ye

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya kurdên êzidî (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de wiha got:

“Cejna Sersala êzîdiyan li hemû xuşk û bira û hevwelatiyên me yên êzîdî yên li Kurdistan, Îraq û li her derê cîhanê bin, bi germî û ji dil pîroz dikim.

Ez hêviya cejneke aram û tijî xweşî ji bo hemûyan dixwazim. Hêvîdar im ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.

Di vê helkeftê de, careke din xuşk û birayên xwe yên êzîdî piştrast dikim ku wekî her dem Herêma Kurdistanê dê welatê pêkvejiyan, efû û hevdûqebûlkirinê ji bo hemû pêkhateyan bimîne.
Her wiha em dê her wekî piştgir û parastvanê maf û daxwazên wan ên rewa bimînin.
Sersala hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”