Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Îradeya gelê kurd nehatiye şikandin

16 nîsan 2026 10:19

Di peyameke ji bo bîranîna êrîşa kîmyewî ya ku di 16ê Nîsana 1987an de ji aliyê rejîma Ba'asê ve li ser herêmên Şêx Wesanan û Xoşnawêtî hatibû kirin de, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî got: "Gelê Kurdistanê bi helwesta xwe ya bi rûmet û berxwedana xwe li ber xwe da, lê ewên ku van sûcan kirine di tariya dîrokê de winda bûn."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Îradeya gelê kurd nehatiye şikandin

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi helkefta salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wasanan û Dola Xoşnawetiyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."

Ew tawana mezin a ku rejîma berê ya Îraqê sala 1987an encam da, destpêk û destpêkirina zincîreyeke tawanên dirinde yên kîmyabarankirina xelkê sivîl û ax û xwezaya ciwan a Kurdistanê bû."

"Em bejna xwe ditewînin"

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser qurbaniyên wê karesatê û got:
"Em di vê bîranîna biêş de bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdên nemir ditewînin.
Em silavan ji bo mirovên wan ên serbilind û ji bo qurbanî û birîndarên wê karesatê dişînin."

"Tawankar neman"

Nêçîrvan Barzanî derbarê navçeyê û "xweragiriya" Kurdan jî wiha axivî:
"Balîsan, Şêx Wasanan û tevahiya Dola Xoşnawetiyê, her tim navenda nîştimanperwerî û piştgiriya şoreş û pêşmergeyan bûn.

Ji ber vê yekê bûn armanca wê êrişa reş lê gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."

Serokê Herêma Kurdistanê silavan ji bo "giyanê pak ê şehîdên Xoşnawetiyê û hemû şehîdên Kurdistanê" dişîne.