Serokwezîr û Serokê Îmaratê Al Nahyan li hev civiyan

18 tebax 2023 14:32
Serokwezîr û Serokê Îmaratê Al Nahyan li hev civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevkariyan kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya.

Hat ragihandin, tekezî li ser zêdetir pêşxistina pêwendiyên dostane yên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de û pêşxistina hevkarî û hevxemiya di navbera her du aliyan de hat kirin.

Di hevdîtinê de li ser pêşhatên Iraq û navçeyê jî nêrînên xwe danûstandin.