Serokê MOSSADê ji bo Îranê li Washingtonê ye
Serokê Dezgeha Îstîxbarata Îsraîlê (Mossad) David Barnea, ji bo nîqaşkirina senaryoyên leşkerî yên li dijî Îranê gihîşt Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
EuronuNews- Tê çaverêkirin ku Barnea li bajarê Miamiyê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Îranê, Steve Witkoff re bicive da ku hevrêziya îstîxbaratî û leşkerî ya her du welatan xurt bikin.
Ev serdan piştî peywendiyeke telefonî ya krîtîk a di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû û Serok Donald Trump de pêk hat.
Li gorî zanyariyan, Netanyahû ji bo ku Îsraîl li hemberî tolhildana mihtemel a Tehranê amadetir bibe, daxwaza paşxistina operasyoneke leşkerî kiriye.
Di hevdîtinên Barnea de, mijara sereke dê "asta destwerdana leşkerî" be; dema ku Amerîka êrîşên sînorkirî dinirxîne, Îsraîl daxwaza gavaneke xurttir dike ku bibe sedema bêîstîqrarbûna rejîma Îranê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin