Soygu: Ji 5 hezaran zêdetir leskerên me hatin kustin!
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, di derbarê daneyên wendahiya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de agahî dan. Li gorî daxuyaniya Şoygu, di şer de bi hezaran leşkerên Rus hatine kuştin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezîr Şoygu ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji destpêka şer, heta niha bi giştî 5 hezar û 937 leşkerên Rus hatine kuştin. Sergey Şoygu da zanîn ku Rusya, tenê ne bi Ukraynayê re bi Rojavaya kolektîf re jî şer dike.
Wezîrê Rus di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser hûrgiliyên şer û got,
“Nêzîkî 70 satelaytên leşkerê û 200 satelaytên sivîl jî di nav de hemû komên satelayta NATOyê, ji bo berjewendiyên Ukraynayê tên bikaranîn. Li Kievê, ji 150 zêdetir pisporên leşkerî yên fermandarên leşkerên Rojava, erkdar in.”
Sergey Şoygu, li ser seferberiya beşkî jî agahî dan û da zanîn ku tenê kesên ku leşkerî kiribin û cerebeya wan a leşkerî hebe yan jî berê perwerdehiya leşkerî dîtibin, dê tevlî seferberiyê bibin. Wezîrê Rus da zanîn ku di dema seferberiya beşkî de kesên ku bang li wan hatibe kirin, tenê dê ji %1ê wan biçin eniya şer.
Sergey Şoygu li ser çavkaniyên Rusyayê yên leşkerî jî got ku
“Fermandarên Rojavayî, li Kievê operasyonan bi rê ve dibin. Di çarçoveya seferberiyê de ew ê bang li 300 hezar leşkeran bê kirin da ku bên erkdarkirin. 25 milyon kes çavkaniyên me hene. Kesên ku ji bo seferberiyê bên, dê di perwerdehiya leşkerî de bên derbaskirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin