Li Îraqê lêborîna giştî: Bi deh hezaran kes hatin berdan
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê ragihand ku 41 hezar û 300 girtiyên di bin Qanûna Lêborîna Giştî de hatine berdan.
RûpelNews- Di daxuyaniyeke Encûmena Dadwerî ya Bilind de hat ragihandin ku "ji meha Çileyê ve hejmara giştî ya kesên ku li gorî Yasaya Lêborînyê ya Guhertî Hejmar 27 a sala 2016an ji girtîgeh û navendên binçavkirinê hatine berdan, gihîştiye 41 hezar û 364an."
Encûmenê her wiha destnîşan kir ku hejmara giştî ya kesên ku ji qanûnê sûd wergirtine, di nav de gumanbarên bi biryara girtinê an gazîkirinê, kefaletkar û kesên ku bi nepenî hatine mehkûmkirin, gihîştiye 166 hezar û 283.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi giştî rêjeya pereyên ku bi saya pêkanîna qanûnê hatine desteserkirin, ji 87.4 milyar dînarên Îraqî (nêzîkî 67 milyon dolar) zêdetir bûye.
Parlamentoya Îraqê di meha Çileyê de guhertina li ser Qanûna Lêborîna Giştî wekî beşek ji pakêteke yasayî ya berfireh pejirandibû, ku di nav de guhertinên li ser Qanûna Rewşa Kesane û qanûna vegerandina milk jî hebûn.
Zagona Lêborînê demeke dirêj bû yek ji daxwazên herî girîng ên partiyên siyasî yên erebên sunî, yên ku amaje pê dikirin ku qanûnên dijî-terorê yên piştî 2003'an hatine derxistin, bi awayekî nehevseng civakên wan kirine hedef.
Guhertina herî berbiçav di qanûnê de sererastkirina pênaseya "endamtiya rêxistinên terorîst" bû. Ev sererastkirin wekî şertê bingehîn ji bo ku blokên erebên sunî tevlî koalîsyona desthilatdar a wê demê, Koalîsyona Rêveberiya Karûbarên Dewletê, bibin, hatibû pêşniyarkirin. Qanûna guherandî di nîvê meha Sibatê de ket meriyetê.
Piraniya wan girtiyên DAIŞê ne
Piştî ku DAIŞê di sala 2014an de piraniya Îraqê xist bin kontrola xwe, bi hezaran kes bi tawana pêwendidarbûna bi rêxistinê re hatin girtin, bi taybetî li parêzgehên ku sunî lê serdest in wekî Enbar, Mûsil û Selahaddînê.
Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Îraqê, li 30 girtîgehên li seranserê welêt nêzîkî 67 hezar girtî hene. Lê belê, ev hejmar girtîgehên li Herêma Kurdistanê an jî kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê û komên çekdar ên cuda ve li herêmên din hatine girtin, li xwe nagirin.
Di vê navberê de, Encûmena Dadwerî ya Bilind roja duşemê ragihand ku dadgehên Îraqê li dijî nêzîkî 1400 gumanbarên DAIŞê yên ku vê dawiyê ji Sûrî hatine veguhestin, "rêkarên lêpirsînê" dane destpêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin