Serokwezîrê Yemenê peyama sersaxiyê da serokwezîrê Etiyopyayê

13 adar 2021 21:33
Serokwezîrê Yemenê peyama sersaxiyê da serokwezîrê Etiyopyayê

PeyamaKurd – Li Yemenê li bajarê Sanayê 43 koçberên Etiyopyayî di 7 ê adarê de ji aliyê Hûsiyan de hatibûn binçavkirin û ciyê koçber lê diman agir pêket û di encamê de her 43 koçber di agir de can dan.

Li ser bûyerê serokwezîrê Yemenê Mûîn Abdulmelîk li ser wefata her 43 ê koçberên Etîyopyayî bo serokwezîrê Etiyopyayê peyama taziye şand û got ku Sana ne di bin destê wan de ye û bo serokwezîr Abîy Ahmed Alî peyama sersaxiyê şand. Serokwezîr di peyama xwe de weha got:

“Vê kiryara di derveyê mirovahiyê de ya hovane bi riha dostanî, hezkirin, têkiliyên cînartiyê, dîrokî û civakî re ne liheve. Em amade ne bi maqamên Etîyopyayê re bo cezakirina sûcdaran û lêpirsîna mijarê de hevkariyê bikin. Bo dermankirina birîndaran ji destê me çi tê em dikin.”