Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê da parêzgerê Duhokê Elî Teter

13 tîrmeh 2024 03:01
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê da parêzgerê Duhokê Elî Teter

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata birayê parêzgerê Duhokê Elî Teter yê bi navê Rezdar Teter, di rêya telefonê de sersaxiyê da parêzgerê Duhokê Elî Teter.

Barzanî sersaxiyê da Elî Teter û ji bo malbatê bi sedema wefata Rezdar sebrê xwest.

Parêzgerê Duhokê Elî Teter jî, ji bo telefona sersaxiyê sipasiya xwe ji serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re ragihand.