Serokatiya Herêma Kurdistanê: Îhlal û heqareta li ser ti dînî em qebûl nakin
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew îhlal, bêrêzî û heqareta li ser ti dînî qebûl nakin. Di daxwuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê de weha hat gotin.
“Di van rojên dawiyê de, li dijî beyana şaş ya kesekî Êzîdî, li ser medya civakî bertekên fireh tên nîşan dan. Em radigihînin ku li hemberê ti dînî, îhlal, bêrêzî û heqaretê qebûl nakin û em şermezar dikin.
Ji kîjan dînî dibe bila bibe, xetaya kesekî nabe xetayê kesên temamê mensûbê wî dînî û wisa bê şirovekirin. Divê herkes hev qebûl bike, xweşbîn be û girêdayê çanda pêkvejiyana pêkhateyan be.
Lêpirsîna hûqûqî û berpirsiyariya dayîna hesab aîdê terefaye. Em temînê didin ku li Herêma Kurdistanê, heya dawayê, jiyan wê di nav aştiyê de, jiyana bi hevre û mînaka biratiyê dê dewam bike.
Em, ti sedemê qebûl nakin ku hemwelatiyên Kurdistanê ji ber ola wan, neteweya wan hinek kes tevliheviyê (kaos) bikin û tehdîdan bikin.”
Ji ber fermandarê hêzên Şengalê Qasim Şeşo, bi sedema daxwuyaniyên wî yên naveroka wan olî, Dadgeha Mûsilê biryara binçavkirina wî dabû.
Şeşo, ragihandibû ku gotinên wî yên berê şaş hatine fêmkirin. Biraziyê Qasim Şeşo yê bi navê Haydar Şeşo ji bo Rûdawê ragihand ku gotinên apê wî yên di derbarê ‘Pêxemberê Îslamê’ de şaş hatine şirovekirin. Haydar Şeşo gotiye:
“Tevî me li ser mijarê daxwuyanî da jî, mesele mezin dikin û tevliheviyê dikin. Terefdarên IŞİDê ji van bûyeran fêde dibînin.”
Serokê rûhanî yê Êzîdiyan Baba Şêx bi heyetekî ve seredana Yekîtiya Alimên Dînî ya Îslamî ya Kurdistanê kir û ji bo gotinên Qasim Şeşo, ji ber daxwuyaniya wî di nav civakê de tevliheviyê kiriye got ku pêkvejiyan û rêzgirtina navbera dînan pêwiste.
Piştî seredana heyeta Êzîdiyan, serokê Yekîtiya Alimên Îslamî yên Kurdistanê Abdullah Waisi civîna çapemeniyê kir û got:
“Tevgerên ku zerarê bidin pêkvejiyanê û pêngavên ku ji bo dînê Îslamê bikin hedef, em ê wan çareser bikin. Ji bo car din tiştên weha nebin, em ê ber li wan tiştan bigrin.”
Di belavoka Yekîtiya Alimên Îslamî ya Kurdistanê de, her weha hat gotin ku tevgerên terorê yên IŞİDê yên ser Kurdên Êzîdî, ti têkiliya wan bi dînê Îslamê re tine. Nabe ji ber sûcên IŞİDê kiriye, êrîşê ola Îslamê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin