Almanya derbarê Herêma Kurdistanê de biryarek nû da

05 sibat 2026 11:48

Artêşa alman ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna aloziyan li herêmê, biryar da ku hejmara leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê kêm bike.

Almanya derbarê Herêma Kurdistanê de biryarek nû da
Nivîskar: editor2

RûpelNews- Di daxuyaniyekê de ji aliyê artêşa alman ve hat ragihandin ku personelên ku niha erkên bingehîn bi cih naynin dê bi awayekî demkî ji herêmê bên vekişandin.

Fermandariya Operasyonan a Hêzên Çekdar ên Alman di raporeke ku pêşkêşî parlamena welêt kir de diyar kir ku ev biryar wekî "pêngaveke pêşîlêgir û parastinê"ye piştî nirxandina rewşa ewlehiyê ya heyî ya li Rojhilata Navîn hatiye girtin.

Li gorî medyaya almanî, sedema sereke ya li pişt vê pêngavê fikarên derbarê belavbûna rîska pevçûneke leşkerî ya di navbera Amerîka û Îranê de ye.

Di daxuyaniya artêşa alman de har ragihandin ku, "Ewlehiya leşkerên me pêşîniya me ya sereke ye." Her wiha hat tekezkirin ku pêvajoya vekişînê bi hevahengiyeke nêzîk de bi hevkarên navneteweyî yên li herêmê re tê meşandin.

Derbarê paşeroja operasyonan li Herêma Kurdistanê de, Fermandariya Operasyonan ragihand ku yekîneyên ku li Hewlêrê dimînin dê pêkanîna erkên xwe yên sereke bidomînin.

Almanya, endameke çalak a Hevpeymanya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û li Hewlêrê nêzîkî 300 leşkerên wê hene. Erkê sereke ya van hêzan ew e ku perwerdehî û piştgiriya şêwirmendiyê bidin Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û rê li ber xurtbûna DAIŞê bigirin.