Ji Rayedarên Herêma Kurdistanê derbarê yekkirina Pêşmergan de peyamên girîng
Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di bin banê Wezareta Pêşmerge de bûn yek. Hewldanên yekbûnê, ku ev demeke didomin, di merasîmeke ku îro li Hewlêrê hat lidarxistin de ji gel re hatin ragihandin. Di axaftinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya avakirina artêşeke yekgirtî kirin.
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, yekbûna hêzên Pêşmerge di bin sîwaneke yekane de wekî gaveke girîng a ber bi sazûmanîbûna Herêma Kurdistanê û avakirina artêşeke neteweyî pênase kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di heman demê de, ragihand ku pêvajoya yekbûnê temam bûye.
Nêçîrvan Barzanî: Hêzek û fermandariyeke yekgirtî pêwîst bû
Di merasîma pîrozkirina yekbûna hêzên Pêşmerge de ku li Hewlêrê hat lidarxistin, Nêçîrvan Barzanî got ku hewldanên reformê yên di nav Wezareta Pêşmerge de hatine kirin, vedigerin sala 2016an.
Barzanî diyar kir ku yekkirina hêzên Pêşmergeyan ne tenê ji nû ve birêxistinkirina yekîneyên leşkerî bû, lê herwiha gaveke neteweyî bû ji bo xurtkirina saziyên Herêma Kurdistanê.
Barzanî, ku amaje bi wê yekê kir ku ji bo Herêma Kurdistanê hêzeke yekgirtî, wezareteke yekgirtî û avahiyeke fermandariyê ya yekgirtî pêwîst e, tekez kir ku divê Pêşmerga wek hêzeke neteweyî, dûrî siyaseta partiyan û nakokiyan tevbigere.
"Em dîrokê di bin sîwaneke yekgirtî de yek dikin"
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser dîrok û qurbaniyên Pêşmerge û diyar kir ku hêz di bin sîwaneke sazûmanî ya neteweyî ya yekane de hatine yekkirin.
Barzanî destnîşan kir ku pêvajoya yekbûnê ne dawî, lê destpêka qonaxeke nû û dijwartir e. Wî diyar kir ku di vê qonaxê de divê xebat di warên wekî fermandariyê, perwerdehiyê, rêxistinbûnê, dîsîplînê, maf û berpirsiyariyan de berdewam bike.
Mesrur Barzanî: Pêvajoya yekkirinê bi serkeftî bi dawî bû
Di axaftina xwe ya di merasîmê de, Mesrur Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ragihand ku pêvajoya yekkirin û ji nû ve avakirina hêzên Pêşmergeyê di çar salên borî de wekî beşek ji hevkariya bi Wezareta Parastinê ya DYA û hêzên koalîsyonê re bi dawî bûye.
Barzanî destnîşan kir ku yekbûn qonaxa yekem a pêvajoyeke dirêj û dijwar e, û lê zêde kir ku divê Pêşmerge li gorî standardên leşkerî yên navneteweyî were pêşxistin.
Serdemeke nû ji bo Pêşmergeyan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Pêşmerge beşeke destûrî ya sîstema parastinê ya Iraqê ne û banga xurtkirina hevkariya leşkerî û hevrêziyê di navbera hêzên Pêşmergan û artêşa Iraqê de kir.
Barzanî tekez kir ku Pêşmerge divê hêzeke neteweyî be ku ji berjewendiyên partiyan wêdetir be, û diyar kir ku erkê wê yê bingehîn parastina gel û axa Kurdistanê ye.
