Parêzgarê Nînowayê banga bicihanîna rêkeftina Singalê kir

08 tebax 2021 14:00
Parêzgarê Nînowayê banga bicihanîna rêkeftina Singalê kir

PeyamaKurd - Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî got, demeke dirêj di ser rêkeftina Şingalê re derbas bûye û hîn ti xalên sereke yên rêkeftinê nehatine bicihkirîn û destnîşan kir, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê gavan ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bavêjin.

Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî ji K24ê re ragihandiye, diviyabû pirsgirêka Şingalê berî demekê bihata çareserkirin, gelek dem di ser rêkeftina Şingalê re derbas bûye û heta niha ti xaleke sereke ya wê rêkeftinê nehatine bicihkirin. Divê kar li ser cibicîkirina rêkeftinê were kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kar ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bikin.

Parêzgarê Nînowayê da zanîn, hîn rewşa Şingalê wêran e û hin alî hene naxwazin Şingal aram û ewle bibe. Ji bo çareserkirina rewşa Şingalê, divê hevahengiya baş di navbera Hikmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hebe.

Necim Cibûrî diyar kir, heta niha îdareya Şingalê nikare vegere Şingalê, ev jî rewşeke xirab e. Pêwîst e Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal hevahengiya zêdetir bikin û rê nedin hêzên derveyî.