Serokwezîr Barzanî sersaxî ji malbata parêzgarê berê yê Nînowayê re xwest

20 tîrmeh 2024 15:36
Serokwezîr Barzanî sersaxî ji malbata parêzgarê berê yê Nînowayê re xwest

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxî ji malbata parêzgarê berê yê Nînowa Duraid Keşmule re xwest ku doh li nexweşxaneya ku li Hewlêrê dihat dermankirin koça dawî kir.

Serokwezîr Barzanî ji ber koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowa Dureyd Keşmule peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî de, sersaxî ji malbata Dureyd Keşmule re xwest.

Serokwezîr Barzanî got, Xwedê ruhê wî bi buhişt be û sebrê bide malbat û kesûkarên wî.