Ji Singaliyên li kampan dijî PKKê xwepêsandan û banga bilez bicihanîna rêkeftina Singalê

08 mijdar 2020 18:04
Ji Singaliyên li kampan dijî PKKê xwepêsandan û banga bilez bicihanîna rêkeftina Singalê

PeyamaKurd - Koçberên Şingalê yên li sê kampên serekê yên parêzgeha Duhokê dimînin, li dijî kiryarên PKKê yên li Şingalê û revandina zarok û biçûkan ji aliyê PKKê ve xwepêşandan li dar xistin û xwestin, bilez rêkeftina Hewlêr û Bexdayê were bicihanîn.

Li kampên Şarya, Êsyan û Çemişko yên Duhokê ku koçberên Şingalê yên Kurdên Êzidî tê de dimînin, li dijî hebûna PKKê û Heşda Şeibî û ji bo bicihkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşanderên Şingalî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kirin ku lezê bidin bicihanîna peymana asayîkirina rewşa Şingalê.

Koçberên Şingalê ku ji ber hovîtiya DAIŞê terka mal û milkê xwe dane û rastî êş û azarên mezin hatine heya niha, dixwazin piştî 6 salên koçberiyê bi rûmet vegerin cih û warên xwe.

Koçber dibêjin rewşa wan roj bi roj di nav kampan de xirabtir dibe û heta xizmetkarî li navçeyên wan neyên kirin û aramî neyê dabînkirin, ew nikarin vegerin.

Herwiha xwepêşanderan bi nivîs û pankartan jî ji serbestberdana revandiyan ji zindanên DAIŞê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin gotin, bila dawî li terora rewşenbîrî û fizîkî ya li dijî welatiyên Şengalê tê kirin, were.

Hêjayî gotinê ye, piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatiye kirin, PKK û Heşda Şeibî naxwazin terka Şingalê bidin û hê jî hewil didin hêz û serweriya xwe li ser warê Şingaliyan bisepînin.