Êzidiyên alîgirên PKKê li Çiyayê Singalê li dijî PKKê xwepêsandan kirin

27 tîrmeh 2020 22:41
Êzidiyên alîgirên PKKê li Çiyayê Singalê li dijî PKKê xwepêsandan kirin

PeyamaKurd – Êzîdiyên ku beriya niha alîgiriya PKKê dikirin, li ser Çiyayê Şingalê li dijî hebûna PKKê li herêmên wan, xwepêşandan kirin û daxwaza derxistina PKKê ji Şingalê kirin. Xwepêşanderan bi daxuyaniyekê jî daxwazên xwe rêz kirin.

Li gorî ragihandina Berpirsê PDKê li nahiya Xanesor ya Şingalê, Feysel Qasim ji doh 26ê Tîrmehê li ser çiyayê Şingalê welatiyên êzîdî li dijî PKKê xwepêşandan kirin.

Feysel Qasim diyar kir ku êzîdiyan nerazîbûna xwe li hember hebûna PKKê nîşan dan û daxwaz kirin PKK ji Şingalê were derxistin, ji ber ku PKK keç û xortên wan direvîne û aramiya wan xirab dike.

Berpirsê PDKê da zanîn ku çekdarên PKKê pêşiya welatiyan girtine û nehîştine hemû beşdarî xwepêşandanê bibin.

Qasim got ku, xwepêşandana ji aliyê saziya Mala Êzîdiyan ve hatiye organîzekirin ku beriya niha wê saziyê piştevaniya hebûna PKKê li Şingalê dikir.

Daxwazên xwepêşanderan ji PKKê wiha hatin rêzkirin:

  • Divê keç û kurên kurdên êzdî bi zorê neyên revandin bo nava refên PKKê
  • Divê PKK keç û kurdên bi zorê revandiye wan azad bike û cihê bêserîşûn in jî aşkere bike.
  • Divê PKK li çiyayê Şingalê êdî tünel û ambaran nekole.
  • Divê PKK beregeh û binkeyên xwe ji nava sivîlên Şingalê dûr bixe.
  • Divê çekdarên biyanî û ereb ji Şingalê derkevin.