Swêd: Alîgirên PKKê, qanûna terorê protesto kir

05 hezîran 2023 18:00
Swêd: Alîgirên PKKê, qanûna terorê protesto kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, alîgirên PKK û YPGê, li dijî qanûna terorê ya ku di 1ê Hezîranê de ket meriyetê, daketin qadan û banga îstifayê li hikûmetê hat kirin.

Li gorî hat ragihandin, bi qasî hezar kesên ku li paytext Stockholmê daketin kolanan, qanûna nû ya terorê ya li Swêdê ku di 1ê Hezîranê da ket meriyetê, protesto kirin. 

Hat diyarkirin ku di vê protestoyê de çalakvanan bang kir ku hikûmet îstifa bike û daxwaza betalkirina qanûnê kirin. Her wiha hat zanîn ku di vê çalakiyê de li dijî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî dirûşim hatine havêtin.

Qanûna terorê, çi dihundirîne?

Di çarçoveya qanûna terorê ya nû de ji bo kesên ku xebatên rêxistina terorê dikin 4-8 sal sizayê girtîgehê tê xwestin. Her wiha rayeya binçavkirin û darizandina kesên ku rêxistinên terorê fînanse dikin an jî piştgiriyê didin wan jî hatin berfirehkirin. 

Li gor qanûnê, kesên ku li Swêdê wekî serokên rêxistina terorê tên pênasekirin, dê bi 20-25 sal sizayê girtîgehê bên sizadan.