YE: Qanûna terorê ya Swêdê, qaîdeyan binpê dike!

09 hezîran 2023 16:30
YE: Qanûna terorê ya Swêdê, qaîdeyan binpê dike!

PeyamaKurd- Rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser qanûna terorê ya Swêdê ku nû hat qebûlkirin, prosedur da destpêkirin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, bi hinceta ku hin hêmanên qaîdeyên antî-terorê yên Yekîtiya Ewropayê yên di sala 2021ê de hatine bicihkirin, di qanûnên antî-terorê yên Swêdê de rast nehatine xuyakirin; li dijî Swêdê, ji bo binpêkirina rêbazan prosedur da destpêkirin.

Komîsyonê, di 12ê Mijdara 2021ê de li ser vê yekê agahdariyek fermî ji hikûmeta Swêdê re rê kiribû ku Swêd di 11ê Çileya 2022yan de bersiv daye nameya fermî ya Komîsyona YEyê. Lê belê ji ber ku binpêkirin ji holê ranebûbû, pêvajoya binpêkirinê dewam kir.

Rêgezên Yekîtiya Ewropayê, bendên taybet dihundirînin. Wekî mîsogerkirina ku mexdûrên terorîzmê bigihîjin agahdariya pêbawer û peydakirina kar û barên piştevaniya pispor û mexdûrên êrîşên terorîstî re yekser an jî piştî êrîşan heta ku hewcedarî pê hebe dewam bike.