Swêd: Qanûna terorê, amade ye!

31 gulan 2023 16:30
Swêd: Qanûna terorê, amade ye!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson diyar kir ku PKK jî di nav de ew hemû rêxistinên terorê şermezar dikin û wan “qanûna  terorê” derxist û ew dixwazin di zûtirîn demê de bibin endamê NATOyê.

Ulf Kristersson ku piştî êrîşa Rusyayê ya li ser Ukraynayê xwestibû welatê wî bi Finlandiyayê re tevlî NATOyê bibe, lê bi nerazîbûnên Tirkiye û Macarîstanê re rû bi rû mabû.

Kristersson, li ser mijarê ji rojnameya Financial Times a Brîtanyayê re gotarek nivîsî û di nivîsa xwe de bal kişand ser pêvajoya serlêdana NATOyê.

Kristersson got,"Di çarçoveya pêvajoya serlêdana endamtiya NATOyê de me di têkoşîna li dijî terorê de gav havêt. Qanûna nû dê îsbat bike ku em hevalbendekî pir bihêztir in. Ji lûtkeya par û bi vir ve 29 hevalbendan endamtiya Swêdê qebûl kirin. Tenê Tirkiye û Macarîstan mane. Swêdê, bi Tirkiyeyê re peymana têkoşîna li dijî terorê çêkiribû.

Swêd li hember gefên li ser Tirkiyeyê û ewlehiya wê ya neteweyî li cem Tirkiyeyê ye û lanet li hemû terorîstan dike ku rêxistinên ku PKK jî di nav de ye. Terorîzm, bê guman ji bo civakên me gefeke gelek cidî ye.

“Li ser sûcdaran dê sizayê girtîgehê bê sepandin”

Sizayê herî sivik dê 4 sal sizayê girtîgehê be. Ji bo tawanên girantir jî herî kêm 2 sal û herî zêde jî 8 sal sizayê girtîgehê tê dayîn. Ji rêveberên rêxistinên terorê re ji 2 salan heta hetayî dikare bê sizakirin.

Têkoşîna li dijî gefekê, hewildaneke neteweyî ya berfireh hewce dike. Qanûna nû û başkirî ya Swêdê dê hevkariya bi Tirkiyeyê û welatên din ên NATO û YEyê re baştir bike.”