Swêd: Qanûna nû, dê bandorê li alîgirên PKKê bike!
PeyamaKurd- Wezîrê Dadê yê Swêdê Gunnar Strommer ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku qanûna nû ya têkoşîna li dijî terorê ya di 1ê Hezîranê de ket meriyetê, dikare bandorê li alîgirên PKKê bike.
Gunnar Strommer, di derbarê qanûna nû ya ku hatiye qebûlkirin de hin nirxandin kirin û bal kişand ser bandorên vê zagonê yên li ser alîgirên PKKê û bi vî awayî axivî:
"PKK, rêxistineke terorîst e û eşkere ye ku çalakiyên rêxistinê yên li ser axa Swêdê yan jî dibe ku ew piştgiriyê bide, niha ji bo li dijî wê; rêgez bi bandortir in. "
Strommer bal kişand ku ji bo Swêdê girîng e ku valahiyên di qanûna têkoşîna li dijî terorê de bên girtin û diyar kir ku qanûn tenê komek an rêxistineke terorîst a taybet hedef nagire û wiha got:
"Gelek girîng e ku em xwedî qanûnek ku bi hev re be. Heta niha ji bo ku hûn ji sûcê terorê werin sizakirin, diviyabû hûn bi vî rengî tevlî tawanên terorê bibûna. Niha em qada tawanê berfireh dikin.
Di her rewşê de em dikarin bigihîjin encamê ku em hewce ne ku xwe bi hêz bikin da ku bi tundî rûbirûyê xetera mezinbûna terorê ya li ser Swêdê di van çend salên dawî de bibin."
Strommer, li ser pirsa ‘Gelo qanûna nû ya têkoşîna li dijî terorê dê bibe sedemê dersînorkirina alîgirên PKKê yan na?’ got ku
"Armanca qanûnê, darizandin e. Ez dikarim bibêjim ku di peymana sêalî ya ku me havîna borî bi Fînlandiya û Tirkiyeyê re destnîşan kiribû de têkoşîna li dijî terorê hêmaneke girîng e. Em soz didin ku qanûnên ku ji niha ve li welatên cîran ên Skandînavyayê, Fînlandiya jî di nav de ye, bi cih bînin. Em niha wekî ku hatiye plankirin, li ser vê yekê berdewam in.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin