Hewlêr | Li ber ofîsa NY li dijî PKKê xwepêsandan hat lidarxistin

27 hezîran 2021 17:14
Hewlêr | Li ber ofîsa NY li dijî PKKê xwepêsandan hat lidarxistin

PeyamaKurd - Hejmarek rêxistinên civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê dijî hebûna PKKê li sînorê herêma Kurdistanê li ber ofîsa NY ya Hewlêrê xwepêşandanek lidar xistin û daxuyaniyek pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin û xwestin, NY ji bo derxistina PKKê ji nav sînorên Herêma Kurdistanê rol bilîze.

Hejmarek rêxistinên civaka sivîl ên Rojavayê Kurdistanê îro Yekşemê li dijî hebûna PKKê li sînorên herêma Kurdistanê civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê naveroka daxuyaniya xwe eşkere kirin.

Xwepêşanderan diruşmên dijî hebûna PKKê qêriyan û ragihandin, ew dijî hebûna PKKê ya li sînorên herêma Kurdistanê ne ku PKK bûye sedema metirsiyê li ser başûrê Kurdistanê û herwiha bûye sedema têkdana asayîş û valakirina bi sedan gundan.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji PKKê hat kirin, sînorên herêma Kurdistanê vala bike û rê xweş neke ji bo hatina artêşa Tirkiyê.

Herwiha li ser koma aştiyê jî hat gotin, ew kom bi hezaran kîlometreyan ji herêma Kurdistanê dûr in, bi armanca siyasî anîne ji bo têkdana rastiyan û ji rê derxistin û berevajîkirina rastiyan.

Herwiha bi navê rêxistinên civaka sivîl ji NY hat kirin, xwedî rol be ji bo derxistina PKKê ji nav sînorên herêma Kurdistanê.