Êrîşeke mûşekî û bi dronan li dijî Hewlêrê hate kirin
Êrîşên bi mûşek û drona ku êvarê li dijî paytext Hewlêrê hatibûn kirin, ji aliyê pergalên berevaniya esmanî ve hatin têkbirin.
RûpelNews - Li gorî Rûdawê, gelek mûşek û dronên ku ber bi Hewlêrê ve hatibûn avêtin, berî bigihîjin armancên xwe, li nava hewayê hatin jinavbirin. Raportên destpêkê nîşan didin ku di encama van êrîşan de ti kuştî an birîndar çênebûne.
Dîmenên ku ji aliyê welatiyan ve bi Rûdawê re hatine parvekirin, kêliyên lêdana mûşek û dronan ji aliyê pergalên berevaniya esmanî ve li asîmanê Hewlêrê nîşan didin.
Ji dema destpêkirina şerê di navbera Amerîkeyê û Îsraîlê li dijî Îranê de di 28ê Sibatê de, Herêma Kurdistanê bûye armanca 927 êrîşên bi mûşek û dronan. Di encama van êrîşan de 30 kes mirine û 148 kes jî birîndar bûne.
Hejmara êrîşan li gorî bajaran wiha ye:
• Hewlêr: 633 êrîş
• Silêmanî: 261 êrîş
• Duhok: 31 êrîş
• Helebce: 2 êrîş
