Şam piştî êrîşeke berfireh a dronan gefa bersivdayînê dixwe
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyê, îro Duşemê ragihand ku çend bingehekên wan ên leşkerî li nêzîkî sînorê Iraqê rûbirûyê êrîşeke berfireh a firokeyên bêfirokevan (dron) bûne.
RûpelNews - Desteyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku yekîneyên artêşê karîbûn piraniya dronên êrîşkar têk bibin û bixin. Hat ragihandin ku saziyên pêwendîdar niha nirxandinekê li ser şêweyê êrîşê dikin û li ser vebijarkên bersivdayînê hûr dibin da ku her metirsiyekê ji holê rakin û nehêlin êrîşên bi vî rengî dubare bibin.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku hêzên leşkerî di girtina tedbîrên parastinê yên tund de berdewam in û kelehên bingehên leşkerî bihêz dikin, da ku ewlehiya herêmê li hember her êrîşeke di paşerojê de misoger bikin.
