Li Hewlêrê êrîşeke bi dronan: 2 Pêşmerge birîndar bûn

05 adar 2026 19:10

Li navçê Topzawaya Hewlêrê êrîşeke bi ÎHA li kampa Sazmanî Xebat hate kirin û di encamê de 2 Pêşmerge birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ev êrîş beşek e ji zêdebûna êrîşên li dijî rêxistinên siyasî yên kurd li Rojhilatê Kurdistanê.

Li Hewlêrê êrîşeke bi dronan: 2 Pêşmerge birîndar bûn

RûpelNews - Îşev bi çend dronan êrîşî kampa malbatên endamên Sazmana Xebata Kurdistanê ya Îranê li Topzawaya Hewlêrê hate kirin.

Li gor agahiyan, endamekî serkirdetiya rêxistinê ragihand ku di êrîşê de 2 Pêşmerge birîndar bûne.

Endamê serkirdetiya Sazmana Xebata Kurdistana Îranê Şoreş Hacî li ser êrîşê ji medyayê re axivî û li ser rewşa êrîşê û encamên wê agahî da. 

Şoreş Hacî ragihand ku bi çend dronan êrîşî baregeha partiya wan a li nahiyeya Topzawaya Hewlêrê hate kirin.

Wî got ku dron li nav kampê ketin û di encamê de 2 Pêşmerge birîndar bûn.

Êrîş li ser partîyên kurd 

Di aliyekî din de, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îranê (PDK-Î) di hesabê xwe yê X dê ragihand ku rejîma Îranê li bajarê Koye êrîşeke bi drone niştecihên sivîl ên partiyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş hedefên ku partî li herêmê bikar tîne, kirin.