Hewldana êrîşa bi dronan li Hewlêrê hat pûçkirin: 8 dron hatin xistin
Yekîneya Dijî-Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku heşt firokeyên bêmirov ên ku li esmanên Hewlêrê hatibûn tespîtkirin, ji aliyê sîstemên parastinê yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hatine bêbandor kirin.
RûpelNews - Serê sibêya Înê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, hewldanek êrîşê bi bikaranîna firokeyên bêmirov pêk hat. Yekîneya Dijî-Terorê ya Kurdistanê ragihand ku 8 firokeyên bêmirov ên di êrîşê de hatibûn bikaranîn, hatine bêbandor kirin.
Sîstemên parastinê hatin aktîvkirin
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Yekîneyê ve hat weşandin, hat destnîşankirin ku sîstemên parastina hewayî yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi serkeftî ew dronên ku di navbera saet 04:19 û 05:20an de serê sibêya 17ê Tîrmeha 2026an li esmanên Hewlêrê hatibûn tespîtkirin, îmha kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş bi saya aktîvkirina di wextê xwe de ya sîstemên parastina hewayî hatiye pûçkirin, û di encama bûyerê de tu qurbanî an jî birîndar çênebûne.
