Serokwezîrê Iraqê tundî êrîşa dronî ya li ser Hewlêrê şermezar kir
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi tundî êrîşa dronî ya li ser asmanê Hewlêrê şermezar kir û ragihand, ev cure êrîş nikarin îradeya gel bişkînin. Zeydî ferman da saziyên ewlehiyê ku ligel Hewlêrê di hevahengiyê de bin.
RûpelNews - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî berbanga îro 16’ê Tîrmeha 2026’an, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek weşand û êrîşa dronî ya şeva borî ya li ser Hewlêrê şermezar kir.
Zeydî di peyama xwe de destnîşan kir ku ev êrîş "hewldanên şikestî" ne ji bo karwana avakirina dewletê û aştiya civakî têk bidin. Serokwezîrê Iraqê got: "Ev cure hewldan nikarin îradeya gel û xweragiriya wan jinav bibin. Em bi ti awayî çavê xwe li van kiryaran nagirin."
Zeydî herwiha ferman da hemû sazî û dezgehên ewlehiyê yên peywendîdar ku hevahengiyeke temam ligel hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bikin, da ku rê li ber dubarebûna êrîşan bê girtin û rûbirûyê her grûpeke deryasayî bibin.
Dijeterota Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Ji aliyê din ve, Dijeterora Kurdistanê şeva borî bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li asmanê bajarê Hewlêrê operasyoneke serkeftî encam dane.
Li gorî daxuyaniyê, di navbera saet 20:53 û 21:20an de, 8 dronên bombekirî berî ku bigihîjin armancên xwe, ji aliyê sîstemên berevaniyê yên Hevpeymanan ve hatine şikandin. Hat piştrastkirin ku di encama van êrîşan de ti zirarên canî çênebûne û niha rewşa Hewlêrê aram e.(K24)
