Êrîşa li ser ofîsa Serokwezîr: 90 parlamenterên Parlamentoya Iraqê banga rûniştineke awarte dikin

18 tebax 2026 10:07

Piştî êrîşa dronan a li ser Herêma Kurdistanê, parlamenterên li Parlamentoya Iraqê ji bo hevgirtinê pêngavek avêtin. Parlamenterê Iraqî Mihemed Kubeyis ragihand ku zêdetirî 90 parlamenteran pêşniyareke îmze kirine ku tê de daxwaza lidarxistina rûniştineke awarte ya parlamentoyê li Hewlêrê tê kirin.

Êrîşa li ser ofîsa Serokwezîr: 90 parlamenterên Parlamentoya Iraqê banga rûniştineke awarte dikin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, Kubeyis destnîşan kir ku armanca rûniştinê ew e ku hevgirtina bi gelê Kurdistanê re nîşan bide û li dijî êrîşên li ser axa Iraqê helwesteke yekgirtî bigire.

Bi du dronên bombebarkirî êriş hat kirin

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.

Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:  "Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."

Barzanî: Gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin û piştrast kir ku hedefên êrîşê ofîsa wî ya taybet û rûniştgeha Rêveberê Ajansa Parastinê bûne.
Barzanî tekez kir ku êrîş gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.