Reaksiyona Cîgirê Serokê Îranî yê ji Kurdan li ser êrîşa li ser ofîsa Barzanî
Cîgirê Serokê Îranê Abdulkerîm Huseynzadeh êrîşa bi dronê ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kir. Huseynzadeh diyar kir ku ew ê nehêlin tu êrîş an komployek zirarê bide têkiliyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de.
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê wî yê Xê hate weşandin, Huseynzade got ku, "wekî Kurekî Îranî û endamekî hikûmeta Îranê", ew êrîşa li ser ofîsa Barzanî bi tundî şermezar dike.
Cîgirê Serokê Îranê tekez kir ku Îran û Herêma Kurdistanê ne tenê cîran in, û diyar kir ku ew ê ti hewldanên ji bo xirabkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de tehemul nekin.
Huseyinzade destnîşan kir ku divê rastiyên derbarê êrîşê de bên eşkerekirin û berpirsiyar bên darizandin.
Bi du dronên bombebarkirî êriş hat kirin
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got: "Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Barzanî: Gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, herwiha di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin û piştrast kir ku hedefên êrîşê ofîsa wî ya taybet û rûniştgeha Rêveberê Ajansa Parastinê bûne.
Barzanî tekez kir ku êrîş gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.
