Qeterê li dijî êrîşa terorîstî piştgirî da Herêma Kurdistanê
Qeterê êrîşa terorîstî ya li ser ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniya wezaretê de hat tekezkirin ku hevgirtina bi Herêma Kurdistanê re dê her berdewam bike.
RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Qeterê êrîşên terorîstî yên li dijî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û rûniştgeha rêveberê Parastinê li Pirmamê hatin kirin, şermezar kir.
Wezaretê êrîşan wek binpêkirineke eşkere ya serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê û binpêkirina prensîbên hiqûqa navneteweyî bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê herêm ji van êrîşên bêsebeb bê parastin, û banga diyalog û dîplomasiyê ji bo xurtkirina aramiyê hat kirin.
Wezaretê di daxuyaniyê de hevgirtin û piştgiriya Qeterê, bo Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û ragihand ku ew piştgiriyê dide hemû gav û tedbîrên ku ji bo parastina serwerî û ewlehiya welêt bên avêtin.
