Tirkiye li dijî êrîşa Îsraîlê ya li ser Sûriyê bertek nîşan da
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, êrîşên hewayî yên ku ji aliyê Îsraîlê ve li ser Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhur, ku li rojhilatê bajarê Idlibê yê Sûriyê hatin kirin, şermezar kir.
RûpelNews - Di saetên serê sibê yên 18ê Tebaxê de, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşeke hewayî li ser Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhur, li rojhilatê bajarê Idlibê yê Sûriyê pêk anîn.
Piştî êrîşê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bertek li hember Îsraîlê nîşan da.
"Em bi tundî şermezar dikin"
Di daxuyaniya Wezaretê de wiha hat gotin: "Em êrîşên hewayî yên ku ji aliyê Îsraîlê ve di saetên serê sibê yên îro (18ê Tebaxê) de li dijî Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhur, ya li derdora bajarê Idlibê yê Sûriyê, hatine kirin, bi tundî şermezar dikin."
Wezaretê destnîşan kir ku Îsraîlê binesazî û kapasîteyên Sûriyê kirine hedef û tekez kir ku êrîşên wisa yekparçeyî û serweriya welêt binpê dikin.
Bang li civaka navneteweyî
Wezareta Karên Derve bang li civaka navneteweyî kir û destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê "her ku diçe rûyekî nû werdigirin".
Daxuyaniyê banga helwesteke tundtir kir ji bo bidawîkirina êrîşên Îsraîlê û ji bo ku berpirsiyarî were mîsogerkirin li hemberî kiryarên ku "hiqûqa navneteweyî binpê dikin".
