Tirkiye li dijî Îsraîlê derket
Piştî raporên duh ku Îsraîlê li herêmên Dera û Quneytrayê yên Sûriyê dest bi bicihkirina leşkeran kiriye, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û bang li civaka navneteweyî kir û diyar kir ku ev kiryar 'bi awayekî herî tund tê şermezarkirin'.
RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em êrîşên Îsraîlê yên li ser Quneytra û Derayê, ku li dijî yekparçebûna axê, yekîtiyê û serweriya Sûriyê ne, bi tundî şermezar dikin.
Ev êrîşên ku ewlehiya jiyan û milkê gelê Sûriyê paşguh dikin û jiyana sivîlan li herêmê her ku diçe dijwartir dikin, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û Peymana sala 1974an a li ser Veqetandina Hêzan pêk tînin.
Em banga xwe ji nû ve dubare dikin ku civaka navneteweyî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne ji bo bidawîkirina van êrîşan, yên ku pêşketina ku Sûriyeyê ji Kanûna 2024an ve bi dest xistiye û aramiya herêmê dikin armanc."
Çi bûbû?
Duh hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi wesayîtên leşkerî ketiye nav çola rojavayê parêzgeha Derayê ya Sûriyê û dest bi bicihbûnê li ser rêya di navbera gundên Cemle û Saysunê de kiriye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, hêzên Îsraîlê li ser rêya ku Cemle û Saysun bi hev ve girêdide pêşve çûn û li herêmê konek ji bo yekîneyên peyadeyan danî.
Artêşa Îsraîlê her wiha dest bi avakirina baregeheke leşkerî ya nû li herêma Tel el-Maxr, nêzîkî gundê Abidin ê li rojavayê Derayê, kiriye.
