Guterres li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê derket
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres, êrîşên berfireh ên ku di 8ê Nîsanê de ji aliyê Îsraîlê ve li seranserê Lubnanê hatîn kirin, bi tundî şermezar kir.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî de, Sekreterê Giştî yê NYê Guterres, fikarên xwe yên kûr li ser zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl anîn ziman, sersaxî da hikûmet û gelê Lubnanê, û ji bo birîndaran hêviya başbûneke zû kir. Daxuyaniyê destnîşan kir ku di encama êrîşan de bi sedan sivîl, di nav de zarok jî, hatine kuştin û birîndar bûne û binesaziya sivîl zirareke mezin dîtiye.
Daxuyaniyê bal kişand ser agirbestiya ku di navbera Îran û DYAyê de hatibû ragihandin û diyar kir ku çalakiyên leşkerî yên berdewam ên li Lubnanê vê pêvajoyê û hewldanên ji bo aştiyeke mayînde ya li herêmê bi giranî dixin xeterê.
Daxuyaniyê bang li aliyan kir ku demildest şer rawestînin û da zanîn ku pabendbûna bi hiqûqa navneteweyî û bi taybetî bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî, mecbûrî ye. Hat tekezkirin ku divê sivîl û binesaziya sivîl werin parastin, û êrîşên ku van armancan dikin nepejirandî ne.
Sekreterê Giştî, ku diyar kir ku ji bo pevçûnê çareseriyeke leşkerî nîne, bang li hemû aliyan kir ku kanalên dîplomatîk bi kar bînin û Biryarnameya Konseya Ewlekariyê ya NY ya 1701 bi tevahî pêk bînin.
Êrîşên li Beyrûtê girantir bûn
Hejmara êrîşên ku ji aliyê Îsraîlê ve di heman demê de li Sîdon, Başûrê Lubnanê, Çiyayên Lubnanê û Geliyê Bekaa hatin destpêkirin, di nav tenê 10 xulekan de gihîşt nêzîkî 100î. Ev rewş wekî tundûtujiya herî giran ji destpêka pevçûnan ve hatiye tomarkirin.
Li gorî hejmarên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, heta niha 189 mirî û 890 birîndar hatine tomarkirin. Tê çaverêkirin ku ev hejmar her ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, zêde bibin.
