NY: Li Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kûştîyan zêde dib e
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku hejmara kesên ku ji 2ê Adarê ve li Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin nêzîkî 1900 e.
RûpelNews - Dujarric di civîneke çapemeniyê ya rojane de li New Yorkê axivî û ragihand ku tenê di rojên dawî de di êrîşan de zêdetirî 300 kes hatine kuştin û zêdetirî 1100 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên NY, hejmara birîndarên li welêt ji 6 hezarî derbas bûye, û hate teqez kirin ku binesaziya tenduristiyê di bin zextek giran de ye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku dibe ku di nav çend rojan de pêdiviyên bijîşkî yên acîl li hin nexweşxaneyan biqedin.
Her wiha Dujarric diyar kir ku êrîşan zirar dane tîmên tenduristiyê û bersivdayîna acîl, û got ku du xebatkarên bersivdayîna acîl di êrîşek li ser ambulansek li bajarê Sur ê başûrê Lubnanê de hatine kuştin.
Li gorî daneyên Ajansa Penaberan a NY, nêzîkî 140 hezar kesên bêwar li 680 stargehên welêt dimînin, û gelek dibistanên dewletê veguherî stargehan. NY diyar kir ku rewşa mirovî bi lez û bez xirabtir dibe û banga xwe ji bo rawestandina tavilê ya şer û agirbesteke mayînde dubare kir.
