Mazlûm Ebdî li hemberî êrîşên li dijî kurdan bertek nîşan da
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, êrîşên li dijî malbatên kurd ên ji Serêkaniyê ku dixwestin vegerin malên xwe, şermezar kir û diyar kir ku berpirsiyarên van êrîşan dê bên cezakirin.
RûpelNews - Malbatên kurd ên ku îro ji bo vegerê ber bi bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê ve ketibûn rê, rastî êrîşa komên çekdar û Erebên "ji derve anîn" hatin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, derbarê êrîşê de bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Ebdî, bi naskirina wê hêrsa ku di nava raya giştî ya kurd de li hemberî van êrîşan çêbûye, bang li gel kir ku bi aramî û sebir tevbigerin. Ebdî got: "Bikevin nava xefika ti kiryarên bêberpirsiyarî nebin; saziyên me yên sivîl û ewlehiyê biparêzin."
Ebdî diyar kir ku ew ji bo misogerkirina parastina sivîlên vedigerin û aramiya herêmê bi aliyên têkildar re di koordînasyonê de ne, û tekez kir ku her kesê ku tevlîbûna wî di êrîşan de were îsbatkirin, dê were cezakirin.
