Mazlûm Ebdî: Me operasyonên li dijî DAISê rawestandin

12 berfanbar 2024 14:37
Mazlûm Ebdî: Me operasyonên li dijî DAISê rawestandin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku ji ber êrîşên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ya bi piştgiriya Tirkiyê li nêzîkî Minbic û Kobanî, wan operasyonên li dijî DAIŞê dane sekinandin.

Ebdî ji Sky News re jî hişyarî da ku DAIŞ dest bi sûdwergirtina ji alozî û nakokiyên piştî rûxana Beşar Esed kir.

Mazlûm Ebdî got, "DAIŞ niha li biyabana Sûriyê bihêztir e. Berê li deverên dûr veşartibûn, lê niha azadiya wan zêdetir e, ji ber ku ti pirsgirêkên wan bi komên din re nînin û bi wan re nakevin nava nakokiyan. Herwiha li herêmên di bin kontrola me de jî zêde bûne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî diyar kir ku ji ber gef û êrîşên komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, operasyonên li dijî DAIŞê rawestandine.